Hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlemana Iraqê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i292704-hejmartina_bi_destan_a_dengên_hilbijartinên_parlemana_iraqê_destpê_bû
Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku jinûvehejmartina bi destan a dengên çaremîn dewra hilbijartinên parlemana Iraqê bi awayekî fermî destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2018 11:21 Asia/Tehran
  • Hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlemana Iraqê destpê bû

Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku jinûvehejmartina bi destan a dengên çaremîn dewra hilbijartinên parlemana Iraqê bi awayekî fermî destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpressê, Komsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro ragihand bi dû biryara Parlimana Iraqê ji bo jinûvehejmartina bi destan a dengên hilbijartinên dewra çarem a meclisa Iraqê û erêkirina vê yekê ji hêla Dadgeha Federal a vî welatî ve, jinûvehejmartina bi destan a dengan bi awayekî fermî destpê bû.

Eva li halekî ye ku endamnên vê Komîsyonê li gorî biryara Parlemana Iraqê ji kar hatin dûrxistinê û ev komsyona bi destê desteyeke dadwerên iraqî ku ji hêla Konseya Bilind a Dadweran ve hatin kivşkirinê, tê birêvebirinê û 9 dadwerên bijartî jî çavdêrîyê ser demajoya jinûvehejmartina dengan dikin.