Rapora dewleta Iraqê li ser sextekariyên hilbijartinan û îbtalkirina encamên hilbijartina derve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291402-rapora_dewleta_iraqê_li_ser_sextekariyên_hilbijartinan_û_îbtalkirina_encamên_hilbijartina_derve
Taxima dewleta Iraqê îbtalkirina encamên hilbijartina ku li derveyî welêt hate li darxistin û dengên awareyan ji ber piştrastbûna hebûna sextekariyên cidî, pejirand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2018 17:05 Asia/Tehran
  • Rapora dewleta Iraqê li ser sextekariyên hilbijartinan û îbtalkirina encamên hilbijartina derve

Taxima dewleta Iraqê îbtalkirina encamên hilbijartina ku li derveyî welêt hate li darxistin û dengên awareyan ji ber piştrastbûna hebûna sextekariyên cidî, pejirand.

Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, taxime dewleta Iraqê, li civîna xwe ku bi serokatiya Heyder El Ebadî, serokwezîrê vî welatî, hate li darxistin, şîretên ku li civîna komîteya bilind, li ser hilkolandina dozên hilbijartinê, qebûl kirin û pêgîrî kir: Herîkêm sedî 5`ê dengê li hemî navendên hilbijartinê, divê ji nû ve werin hejmartin.

Taxima dewleta Iraqê, ferman da du saziyên Istixbarata Netewî û Ewlehiya Netewî û dezgehên istixbaratî yên wezareta karên hundur ta ku ewê li hilbijartinê sextekarî kirine, bixin bin şopandina dadweriyê û tivdîrên qanûnî ji bo wan anegorî qanûna welêt werin girtin.

Serokwezîrê Iraqê jî got: Hin endamên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, nikarin bêyî îzna ji pêş ve herine seferê.

Eva li halekê ye ku sîstima bilind a dadweriya Iraqê, ragihand: Tu qanûneka aşkera, desthilata îbtalkirina encamên hilbijartinan li nav û derveyî Iraqê nade.

Hejmara dozên ku gihîştine Konseya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê, 1881 doz in ku di mideha qanûnî ya 10 rojan de, wê rewşa wan diyar bibe.