Bangewazîya Boykotkirina Kel û Pelên Tirkîyê li Iraqê
Kêmbûna ava Çemê Diclê bi hegera destpêbûna zimhêrkirina avê li bendava Ilisûya Tirkîyê bûye sebeb ku bikarînerên şebekeyên civakî yên iraqî bangewazîya ``boykotkirina kel û melên tirkîyeyî`` ji îro ve bi awayekî berfire destpê bikin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, heştega ``boykotkirina kel û pelên Tirkîyê`` ji îro ve bi awayekî berfire hevgavê belavbûna rapor û dîmenên kêmbûna berbiçav a ava Çemê Diclê li şebekeyên civakî ji wan li Twwîter û Fêysbûkê û kempêynên nûçan destpê bûye.
Di vê çarçovê de wezîrê çavkanîyên ava Iraqê îro got ku zimhêrkirina avê li bendava Ilisûyê destpê bûye û ev yeka bûye sebeb ku asta ava Çemê Diclê bi awayekî berbiçav dakeve
Ebas Cenabî herwiha got ku ew li halê têkilîya bi rayedarên Enqerê re bi merema garantîkirina pişka avê ya Iraqê ji Çemê Diclê ne.
Di vê çarçovê de hin kesayetîyên iraqî, dewletên berê yên Iraqê ji wan rêjîma Beis a berê di salên buhurî de tawanbar kirine ku li hemberî pirsgirêka avê, pêngavên cidî ranekirine.