Kargeha çêkirina bombeyan a terorîstan li Mûsilê hate dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i291092-kargeha_çêkirina_bombeyan_a_terorîstan_li_mûsilê_hate_dîtin
Hêzên iraqî, kargeheka çêkirina bombeyan a terorstên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê ya Iraqê keşf kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2018 13:53 Asia/Tehran
  • Kargeha çêkirina bombeyan a terorîstan li Mûsilê hate dîtin

Hêzên iraqî, kargeheka çêkirina bombeyan a terorstên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê ya Iraqê keşf kirin.

Li gorî rapora El Şerq El Ewsetê, Yehya Resûl, berdevkê Navenda îstixbarata Iraqê li daxuyaniyekê ragihand: Hêzên dayîra îstixbarata leşkerî, kargeheka çêkirina bombeyan ya terorîstan li taxa El Melûse ya navçeya El Ubûrê li başûrê bajarê Mûsilê keşif kirin.

Wî herwiha got: Li vê kargeha bombeçêkirinê, 1223 hawanên 120 mîlîmetreyî, 243 hawanên 82 mîlîmetreyî, 38 hawanên 57 mîlîmetreyî, 93 gulleyên topê, 9 bombe û 6 hawanên bi hêza zêde ya teqandinê hatin dîtin û zeftkirin.

Hêzên iraqî, piştî derxistina endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê ji bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê, operasyona şopandina endamên mayî yên terorîstan û paqijkirina navçeyan ji bombe û madeyên teqandinê destpê kirine.