Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Hinek alî dixwazin kûdetayê li ser encamên hilbijartinan bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290956-komîsyona_hilbijartinan_a_iraqê_hinek_alî_dixwazin_kûdetayê_li_ser_encamên_hilbijartinan_bikin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li ser ibtalkirina encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê helwesta xwe aşkere kir û ragihand, hin alî dixwazin kûdetayê ser encamên hilbijartinan de bikin û tekez kir: “Tenê dadgeha federalî dikare encamên hilbijartinan ibtal bike.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2018 15:08 Asia/Tehran
  • Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Hinek alî dixwazin kûdetayê li ser encamên hilbijartinan bikin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li ser ibtalkirina encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê helwesta xwe aşkere kir û ragihand, hin alî dixwazin kûdetayê ser encamên hilbijartinan de bikin û tekez kir: “Tenê dadgeha federalî dikare encamên hilbijartinan ibtal bike.”

Li gorî rapora ajansa nûçan a Somerye News`ê, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê herwiha da xûyakirin: “Îro dawîn dem e bo wergirtina giliyan”. Li gorî komîsyonê, dengên 1021 navendên dengdanê hatine ibtalkirin û bi giştî 1875 gilîname pêşkêşî komîsyonê hatine kirin.

Di dewama daxûyaniyê de hatîye: “Di heyama 10 rojan de Desteya Dadweriyê dê giliyan hilkolîne û binirxîne û me li gorî yasayê serederî ligel hemû aliyan kiriye.”

Komîsyona hilbijartinan derbarê encamên dengdanê yên bi rêya amûrên elektronî de jî, ragihand: “Ev encam, heman encamên nava sindoqan in” û tekez kir: “Çend alî dixwazin kûdetayê ser encamên hilbiajrtinan de bikin”.

Komîsyonê herwiha dîyar kir: “Em jibo hejmartina dengan a bi destan amade ne” û da zanîn, ku “mijara hakkirina sindoqên dengdanê dûrî rastîyê ye”.