Fuad Mesûm: Pêşnumaya parlimanê li bara hilbijartinê li dijî Qanûna Bingehîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290920-fuad_mesûm_pêşnumaya_parlimanê_li_bara_hilbijartinê_li_dijî_qanûna_bingehîn_e
Serokomarê Iraqê pêşniyarqanûna parlimana Iraqê ji bo betalkirina encamên hilbijartinê li hin parêzgehan û jinûve hejmartina dengan li dijî Qanûna Bingehîn da zanîn û ji dadgeha fêdêral a vî welatî xwest ku helwêsta xwe li vî warî da diyar bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2018 06:51 Asia/Tehran
  • Fuad Mesûm: Pêşnumaya parlimanê li bara hilbijartinê li dijî Qanûna Bingehîn e

Serokomarê Iraqê pêşniyarqanûna parlimana Iraqê ji bo betalkirina encamên hilbijartinê li hin parêzgehan û jinûve hejmartina dengan li dijî Qanûna Bingehîn da zanîn û ji dadgeha fêdêral a vî welatî xwest ku helwêsta xwe li vî warî da diyar bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Fuad Mesûmê serokomarê Iraqê êvara Çarşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê ragihand ku Pêşniyarqanûna roja Duşemiyê ya Parlimana vî welatî li bara betalkirina encamên hilbijartina parlimanî ya vê dawiyê li hin parêzgeha û hejmartina dubare ya dengan li parêzgehên din hin babetên binpêkirina Qanûna Bingehîn û Qanûna Komîsiyona Serbixwe ya Hilbijartinê digire ber xwe.

Mesûmi her wiha destnîşan kir ku ji dadgeha fêdêral a Iraqê xwestiye ku nêrîna xwe li bara qanûnîbûna Pêşnumaya navbirî ya Parlimanê, dewama civîna wê ya awarte li bara hilbijartin aparlimanî ya vê dawiyê her wiha biryara vê dawiyê ya desteya dewletê li bara hilbijartinê ragihîne.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li gorî ragiahndina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.