Yan Kûbîş: dewleta nû ya Iraqê divê nûnerê tevahiya koman û gel be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290912-yan_kûbîş_dewleta_nû_ya_iraqê_divê_nûnerê_tevahiya_koman_û_gel_be
Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Hilbijartina parlimanî ya vî welatî hilbijartineka aram da zanîn û got: Dewleta nû ya Iraqê divê ku nûnera tevahiya gelê vî welatî be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2018 06:49 Asia/Tehran
  • Yan Kûbîş: dewleta nû ya Iraqê divê nûnerê tevahiya koman û gel be

Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Hilbijartina parlimanî ya vî welatî hilbijartineka aram da zanîn û got: Dewleta nû ya Iraqê divê ku nûnera tevahiya gelê vî welatî be.

Li gorî rapora IRNAyê, Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Yan Kûbîş roja Çarşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya NY ku li ser mijara Iarqê hat lidarxistin, raporek ji pêvajoya lidarxistina hilbijartina parlimanî û rewşa siyasî û civakî ya vî welatî raber kir.

Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê her wiha got: Hilbijartina parlimanî ya li Iraqê li atmosfêreka aram û baş da hat lidarxistin.

Yan Kûbîş ji rêberên siyasî yên Iraqê xwest ku bala xwe bidin ser beşdariya tam a jinan li pêvajoya pêkhatin aparlimanê û dewleta tê.

Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê bi gotina vê yekê ku şîret li tevahiya partiyêniraqî kiriye ku dewleta tê ya vî welatî gereku nûnera tevahiya gel be, got: Dewleta Bexdayê ji bo hewcetiyên siyasî, aborî û civakî bila lis er bingeha mafên qewm û etnîk û welatiyan, dadmendî û derfetan bixebite.

Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê destnîşan kir: Dewleta tê ya Iraqê pêşeroja vî welatî bi awayekî aram, serketî, yekparçe, dêmokratîk bi serdestiya tam û serbixwe dê misoger bike û bi tevahiya welatên cînar ra lis er esasa xalên rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar wek hokara aramî û tenahiyê, hevkarî û bextewariya li Iraq û navçeyê hevkariyê dike.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li gorî ragiahndina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.