Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên 1021 navendên dengdanê betal kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290882-komisyona_hilbijartinan_a_iraqê_encamên_1021_navendên_dengdanê_betal_kirin
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku encamên 1021 navendên dengdanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê yên parlamentoya Iraqê betal kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2018 15:24 Asia/Tehran
  • Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên 1021 navendên dengdanê betal kirin

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku encamên 1021 navendên dengdanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê yên parlamentoya Iraqê betal kirine.

Li gorî rapora ISNA`yê li Herêma Kurdistanê encamên 405 navendên dengdanê betal kirine ku 80ê ji wan li Hewlêrê, 96 li Silêmaniyê ne, li Duhokê 224 û li Kerkûkê jî 186 in.

Herwiha  encamên hilbijartinan li hinek navendên derveyî Herêma Kurdistan û Iraqê jî hatine betalkirin ku wiha ne: li Almanyayê 10, li Urdunê 11, li Amerîkayê 31, li Swêdê 2, li Brîtanyayê 1 û li Tirkiyeyê jî 1 e.

Li parêzgehên Iraqê jî rewş wiha ne; li parêzgeha Diyalayê 2, li ya Selahedînê 36, li Nerynewayê 179 in.