Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên 1021 navendên dengdanê betal kirin
May 30, 2018 15:24 Asia/Tehran
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku encamên 1021 navendên dengdanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê yên parlamentoya Iraqê betal kirine.
Li gorî rapora ISNA`yê li Herêma Kurdistanê encamên 405 navendên dengdanê betal kirine ku 80ê ji wan li Hewlêrê, 96 li Silêmaniyê ne, li Duhokê 224 û li Kerkûkê jî 186 in.
Herwiha encamên hilbijartinan li hinek navendên derveyî Herêma Kurdistan û Iraqê jî hatine betalkirin ku wiha ne: li Almanyayê 10, li Urdunê 11, li Amerîkayê 31, li Swêdê 2, li Brîtanyayê 1 û li Tirkiyeyê jî 1 e.
Li parêzgehên Iraqê jî rewş wiha ne; li parêzgeha Diyalayê 2, li ya Selahedînê 36, li Nerynewayê 179 in.