Heyder Ebadî li dijî betalkirina encama hilbijartin aparlimanî ya Iraqê rawestiya
Serokwezîrê Iraqê daxwaza ji bo betalkirina hilbijartina parlimanî ya Iraqê red kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê tevî redkirina daxwaza betalkirina hilbijartina vê dawiuyê ya parlimanî li Iraqê matmayîna xwe ji gotinên berpirsên Komîsiyona Hilbijartinê derbarê hitmala qewimîna şerê navxweyî li gorî betalkirina encama hilbijartinê diya rkir.
Parlimana Iraqê berêvara Roja Duşemiyê bi pirraniya dengan plana betalkirina encamên hilbijartina li derveyî welêt û hejmartina destî ya sedî 10ê gişt dengên hilbijartina parlimanî ya vê dawiyê li vî welatî pesend kir.
Li gorî pesendnameya Parlimana Iraqê, heke hejmartian destî ya vê pişka dengan nîşan bide ku sextekarî û neqanûnî heta çar yekê dengan digire berx we, divê denbgên têkildarî tevahiya navendên dengwergirtinê bi awayê destî bên jimartin.
Betalkirina encamên dengwergirtina li derveyî Iraqê, betalkirina dengwergirtina bi merc li kampên awareyan li parêzgehên Selahedîn, El Enbar, Nêynewa, û Diyaleyê, betalkirina encamên Hilbijartinê li Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ji pişkên pesendnameya civîna vê dawiyê ya Parlimana Iraqê ye.
Erkantiya Bilind a Hilbijartina Iraqê ragihandiye ku dê vê pesendnameya parlimanê ji hêla hiqûqî û têknîkî va hilkolîne.
Çaremîn Hilbijartina parlimanî ya Iraqê, roja 12ê Gulana 2018an bi beşdariya nêzî 11 mîlyon iraqiyan û zêde ji sedî 44`ê xelkê hate lidarxistin.
Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteyên hilbijartinê bi hev re ketin rikeberiyê.
Eva yekemên hilbijartina parlimanî ya Iraqê piştî têkçûna Koma Terorîst a DAIŞ`ê li dawiya sala buhurî (2017) ye.