Parlemana Iraqê hejmartyina parek ji dengên hilbijartinên parlemanî pejirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290770-parlemana_iraqê_hejmartyina_parek_ji_dengên_hilbijartinên_parlemanî_pejirand
Hat ragihandin ku parlamena Iraqê derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê yên li wî welatî du biryarên giring dan, ku yek ji wan biryaran bi dest hejmartina 10 ji sedê dengan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2018 09:51 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê hejmartyina parek ji dengên hilbijartinên parlemanî pejirand

Hat ragihandin ku parlamena Iraqê derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê yên li wî welatî du biryarên giring dan, ku yek ji wan biryaran bi dest hejmartina 10 ji sedê dengan e.

Parlemanta Iraqê derbarê nîqaş û gotûbêjkirina encamên hilbijartinên 12ê Gulana îsal de civiya. 165 parlamenter di civîna îro de amade bûn û bi vî awayî rêjeya qanûnî ji bo destpêkirina civînê temam bû.

Parlemana Iraqê di civîna îro de, derbarê encamên hilbijartinên 12ê Gulana îsal de du biryarên giring dan. Li gorî wê yekê Parlamentoya Iraqê dengên dengdana derve û yên awareyan red kir.

Parlemana Iraqê herwiha biryar da, ku 10 ji sedê dengan bi destan werin cudakirin û hejmartin.

Nêzîkî 11 milyon iraqî beşdarê hilbiajrtinên parlemanî bûn û hat raghandin ku  asta beşdariya iraqiyan li vê hilbiajrtinê sedî 44.5 bûye .

Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja  12 Gulanê şemiyê hat lidarxistin.

 Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteya hilbijartinê hevrikî kirin. Ji nav 6999 berbijaran, 329 kes  derbasî parlemana Iraqê dibin.