Parlamentoya Iraqê: Divê %10 dengan bi dest werin hejmartin
Parlamentoya Iraqê têkildarî hilbijartinên 12`ê Gulanê yên li wî welatî du biryarên giring dan, ku yek ji wan biryaran, hejmartina %10`ê dengan bi destan e.
Li gorî rapora malpera Somerye News`ê, Parlamentoya Iraqê derbarê nirxandin û gotûbêja ser encamên hilbijartinên 12`ê Gulana îsal civînek lidar xist.
Li gorî vê raporê, 165 parlamenter di civîna îro de amade bûn û bi vî awayî rêjeya yasayî ji bo destpêkirina civînê temam bû. Parlamentoya Iraqê di civîna îro de, derbarê encamên hilbijartinên 12`ê Gulana îsal de du biryarên giring dan ku li gorî yek ji wan parlamentoya Iraqê dengên dengdana derve û yên awareyan red kirin.
Parlamentoya Iraqê herwiha biryar da, ku ji sedî 10`ê dengan bi dest werin cudakirin û hejmartin.
Di civîna îro de, herwiha parlamenteran daxwaza destjikarberdana endamên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê kirin.