Keşifkirina çek û rextên têrorîstan li rojhilata Al Anbar a Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290714-keşifkirina_çek_û_rextên_têrorîstan_li_rojhilata_al_anbar_a_iraqê
Hêzên iraqî di encama opêrasyonekê de karîn ku gellek çek û rextên têrorîstan li rojhilata parêzgeha Al Anbar a Iraqê keşif û zevt bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2018 16:26 Asia/Tehran
  • Keşifkirina çek û rextên têrorîstan li rojhilata Al Anbar a Iraqê

Hêzên iraqî di encama opêrasyonekê de karîn ku gellek çek û rextên têrorîstan li rojhilata parêzgeha Al Anbar a Iraqê keşif û zevt bikin.

Li gorî rapora Somerye News`ê, Yehya Resûl berdevkê navenda ragihandinê ya ewlehîya Iraqê dîyar kir ku di encama vê opêrasyona hêzên iraqî de, qawûşeke teqemenîyê, 4 rokêt, 13 keleş û M16 li maleke kavilkirî li devera Rûfê li parêzgeha Al Anbarê hatine keşifkirinê.

Feysel Ebadî fermandeyê polîsên parêzgeha Dîyalî ya Iraqê jî ragihand ku 6 sitargehên DAIŞ`ê hatin xirabkirinê û bombe û madeyên teqandinê yên li parêzgehên Dîyalî û Selahedînê hatin keşifkirinê jî hatin pûçkirinê.