Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Encamên dengdana Kerkûkê nehatine piştrastkirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê derbarê encamên hilbijartinên Iraqê de ragihand, ji ber ku flaşên datayan ji aliyê alîgirên hin partiyan ve hatine desteserkirin, wan nekarîne encamên dengdana li Kerkûkê piştrtast bikin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê derbarê encamên hilbijartinên Iraqê de daxûyaniyeke 9 xalî ragihand û di xala sêyem de tê gotin: “Encûmena Komîsyaran li ser wê sêrwêra nû kar kiriye, ku bi ti toreke navxweyî û derve ve girêdayî nîne û datayên dengdanê divê bi riya flaşê û amêra wê ve werin veguheztin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hemû datayên dengan û wêneyên dengan, digel hemî zanyariyan di nava wan flaşan de ne. Ji bo her flaşekî jî şîfre hatiye danîn. Ew data di nava sêrwêrên cuda de hatine rakirin û paşê ew datay û datayên din dane ber hev. Hemû jî %100 dirust bûne û ti cudahiyek di navbera wan datayan de nebûye.”
Encûmena Komîsyaran dibêje ev prose ji bo dengên hemû parêzgehan hatiye kirin, lê tenê ji bo Kerkûkê nehatiye kirin û ji ber ku alîgirên hinek partiyan dest danîne ser navendên dengdanê yên ser bi Encûmena Komîsyaran a li Kerkûkê.”