Teqîn li parêzgeha Neynewaya Iraqê: heft kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290590-teqîn_li_parêzgeha_neynewaya_iraqê_heft_kes_hatin_kuştin
Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê raghand: Di encama teqîna du bombeyan li navça Beacê fe û li nêzîkî sînorê navbera Iraq û Sûriyê, heft kesên sivîl hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2018 10:08 Asia/Tehran
  •  Teqîn li parêzgeha Neynewaya Iraqê: heft kes hatin kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê raghand: Di encama teqîna du bombeyan li navça Beacê fe û li nêzîkî sînorê navbera Iraq û Sûriyê, heft kesên sivîl hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora  roja şemiyê ya  Al-Alamê û ji zarê Ray Ul-Yewmê Mehdî Elî  ji polîsê federala Iraqê li vê barê got: Ev teqîn li bazarekê li navça  El-Beacê li parêzgeha  Neynewayê qewimiye.

 Li parêzgeha  Diyaliyê ya Iraqê jî terorîstên  DAIŞ` ê  agir berdan hilberîna genim û ceh li gundê Benî Weysê.

 Terorîstên DAIŞ` ê her wiha li başûrê rojava Kerkûkê li gundê Efsiyê, agir berdan mala yek ji mezinên navçê.

 Tevî têkçûna koma tereorîst a DAIŞ` ê li Iraqê, hîn  hejmareke zêde ji endamên mayî yên vê koma terorîstî li navçyên curbicur ên vî welatî de mane û dest bi operasyonên terorîstî dikin.