Parlimana Iraqê îro civîneke awarte têkildarî daxwaza nerazîyan lidar dixe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290518-parlimana_iraqê_îro_civîneke_awarte_têkildarî_daxwaza_nerazîyan_lidar_dixe
Bi dehan kes ji niştecihên Bexdayê bi vê meremê ku dengên hilbijartinên parlimana Iraqê bi destan bên hejmartin û dengên li derve bên ibtalkirinê, xwenîşandanek lidar xistin. Çavkanîyên iraqî jî ragihandin ku parlimana vî welatî dê îro civîneke awarte têkildarî hilbijartinan lidar bixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2018 12:14 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê îro civîneke awarte têkildarî daxwaza nerazîyan lidar dixe

Bi dehan kes ji niştecihên Bexdayê bi vê meremê ku dengên hilbijartinên parlimana Iraqê bi destan bên hejmartin û dengên li derve bên ibtalkirinê, xwenîşandanek lidar xistin. Çavkanîyên iraqî jî ragihandin ku parlimana vî welatî dê îro civîneke awarte têkildarî hilbijartinan lidar bixe.

Li gorî rapora malpera SOmerye News`ê, bi dehan kes ji gelê Iraqê xwenîşandanek li nêzîkî avahîya Komîsarîyaya Hilbijartinên vî welatî lidar xistin û xwestin ku dengên hilbijartinên parlimana Iraqê bi destan bên hejmartin û dengên li derve bên ibtalkirinê.

Xwenîşanderan bi durişmên `` hejmartina dengan a bi destan daxwaza qanûnî ji bo hitbar û pêbawerîyê bidin Komsyon û Parlimana bê ye`` û ``Kesê nerazî li hemberî hejmartina bi destan a dengan sextekarek e ku ji riswabûnê ditirse`` qîrîyan.

Ji hêla din ve, Ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê derbarê daxuyaniya çar partiyên nerazî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku nûnerên wan ji Bexdayê hatine û dest pê kirine wêneyên kartên dengdanê bidin partî û lîsteyên beşdarî hilbijartinan bûne.

Ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Duh Pênşemê 25-05-2018, bi armanca wergirtina wêneyên kartên dengdanê, ku li ser hard-dîskan de bûn, bi lez nûnerê Ofîsa Silêmanî vexwendine Nivîsîngeha Niştîmanî ya Komîsyonê li Bexdayê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku berê jî ji partî û aliyan re hatiye ragihandin, ku dema nûnerê wan bigihêje Silêmaniyê dê demildest kartên dengdanê werin kopîkirin û bidin wan.

Herwiha hate ragihandin, ku bi tevî ku îro Înî ye, karmendên Ofîsa Silêmanîyê ya Komîsyonê li ser kar in da ku kopiyan bidin partiyan.