Li ber baregeha Partiya Komînîst a Iraqê du teqîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290484-li_ber_baregeha_partiya_komînîst_a_iraqê_du_teqîn
Hat ragihandin ku du bombe li pêşiya bargeha Partiya Kominîst a Iraqê ku li Qada Endelus a navçeya Kerada ya Bexdayêye hatin teqandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2018 06:56 Asia/Tehran
  • Li ber baregeha Partiya Komînîst a Iraqê  du teqîn

Hat ragihandin ku du bombe li pêşiya bargeha Partiya Kominîst a Iraqê ku li Qada Endelus a navçeya Kerada ya Bexdayêye hatin teqandin.

Li gor zanyariyan herdu bombe li ber baregeha partiyê hatine çandin û hevdem hatine teqandin.

Li gor hinek çavkaniyan jî du moşek li avahiya Partiya Komînîst a Iraqê ketine.

Hat zanîn ku li gor agahiyên destpêkê di encama herdu teqînan de ziyanên canî çênebûne, lê xisara madî çêbûye.

 Tê gotin ku ev kiryara  ji aliyê dijberên  hevalbendiya Sairûnê ve cih hatiye . Yek ji tevgerên hazir  li hevalbendiya  Sairûnê  bi serokatiya  Muqtda Sedr, partiya komonîst a Iraqê ye.

 Hevalbendiya Muqteda Sedr li hilbijartinên  parlemana Iraqê bi ser ket. Serketina  hevalbendiya sedrê ev îmkana jêre  pêk aniye ku bandoyeke berbiçav li avakikriona  dewleta nû hebe.