Li ber baregeha Partiya Komînîst a Iraqê du teqîn
Hat ragihandin ku du bombe li pêşiya bargeha Partiya Kominîst a Iraqê ku li Qada Endelus a navçeya Kerada ya Bexdayêye hatin teqandin.
Li gor zanyariyan herdu bombe li ber baregeha partiyê hatine çandin û hevdem hatine teqandin.
Li gor hinek çavkaniyan jî du moşek li avahiya Partiya Komînîst a Iraqê ketine.
Hat zanîn ku li gor agahiyên destpêkê di encama herdu teqînan de ziyanên canî çênebûne, lê xisara madî çêbûye.
Tê gotin ku ev kiryara ji aliyê dijberên hevalbendiya Sairûnê ve cih hatiye . Yek ji tevgerên hazir li hevalbendiya Sairûnê bi serokatiya Muqtda Sedr, partiya komonîst a Iraqê ye.
Hevalbendiya Muqteda Sedr li hilbijartinên parlemana Iraqê bi ser ket. Serketina hevalbendiya sedrê ev îmkana jêre pêk aniye ku bandoyeke berbiçav li avakikriona dewleta nû hebe.