4 kuştî ji ber teqîna terorîstî li Bexdayê
Ji ber teqînekî xwekujî li Bexdayê paytexta Iraqê 4 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA,yê, Bingehên iraqî ragihandin ku ji ber teqînekî înteharî li navça El-Şule li bakûra rojavaya Bexdayê 4 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Bingehên xwecî yên Iraqê ragihandin ku îro serê sibehê li herêma Şule ya Bexdaya paytextê Iraqê teqîneke bihêz pek hat. Li gor agahiyên destpêkê di teqînê de 4 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 15 welatî jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsê Bexdayê di daxuyaniya xwe ya derbarê teqînê de ragihand ku teqîn li qada parkê ya Saklawiye ya herêma Şuleyê pêk hat û êrişeke xwekujî bû.
Li gor daxuyaniya polîsê Bexdayê hêzên ewlehî cihê bûyerê dorpêç kirin û derheqê teqînê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê komê li navçeyên curbicure vî welatî de hene û carnan dest bi operasyonên terorîstî dikin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê Hezîrana 2014`an bi êrîşekê ku bi awayê gumanbar hatibû organîzekirin, bajarê Mûsilê xiste bin kontrola xwe û çend rojan piştra Ebubekir El Bexdadî serkirdeyê koma têrorîst a DAIŞ`ê Xilefeta xwe li mizgevta Nûrî ya Mûsilê ragihand. Mizgevta Nûrî û minareya dîrokî ya Hudebayê nêzî 10 rojan berî niha ji hêla têrorîstên DAIŞ`ê va tam hatin têkbirinê