Emar Hekîm: Rewşa niha ya Rojhilata Navîn ser qezanca tu welatekî nîne
Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê û serokê tevgera Hikmeya neteweyî ya vî welatî li sefera Kuweytê bi şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah, mîrê vî welatî re hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê nivîsgeha medyayî ya tevgera Hikmeya neteweyî ya Iraqê li vê hevdîtinê xêncî hilkiolandina alûgurên siyasî yên Rojhilata Navîn û cîhanê û her wiha hilklandina rêçareyên jibo aloziyan, li bara peywendiyên dualî navbera her du welatan û riyên xurtkirina têkiliyan şêwirîn.
Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê bal kişand ser vê yekê ku Iraq niha ji ber serketina li warên eskerî, siyasî û civakî pêka qonaxên berê pir ferq kiriye û ji helwêsta Kuweytê bona piştgiriya ji Iraqê û lidarxistian civîna avedankirina Iarqê li vî welatî spasî kir.
Wî bal kişand ser serketina Iraqê li sekinîna ser riya demokrasiyê ji riya lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên vê dawiyê û got: iraqî ji bo damezrandina dewleteke xizmetkar ku bikaribe bêyî alîkariya xelkê ji qeyranan derbas bibe, cidî ne.
Serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê bal kişand ser hez û meyla welatê xwe bo pêkanîan peywendiyên baş û qenc tev welatên cîhanê, navçê û cînar û destnîşan kir: Hebûna Iraqa bi îqtidar, serbixwe û aram ji bo ewlehî û aramiya Rojhilata navîn pêwîst e.
Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê bal kişand ser rewşa navçê û got: Rojhilata Navîn ji ber helêwstên welatan li rewşeke aloz de derbas dike ku eva ser qezanca tu aliyekî nîne.
Wî di dawiyê de ji gişkan xwest ku bial boan girtina pêşiya xeterên muhtemel berpirsiyar bin û ew vexwendin ku welatên navçê bînin ser maseya muzakireyê.