Berçavgirtina tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî ya navbera Iraq û Sûriyê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi zêdekirina tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî tev Sûriyê pêşiya derbasbûna endamên terorîstî bo vî welatî digrin.
Li gorî rapora Başgahê Xebernigarên Cewan û ji zarê malpera nûçan a El-Melûmê, çavkaniyeke ewlehiyê li hêzên Heşda Şebî ya parêzgeha Enbara Iraqê raghand ku tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî ya Iraq û Sûriyê ji bo girtina pêşiya derbasbûna endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê nav Iraqê hevgavê pêşdeçûna hêzên sûrî ber bi meqerên DAIŞ`ê agahî da.
Li gorî gotina vê çavkaniyê, hêzên ewlehiyê li zîvala sînorî ya Iraq û Sûriyê piştî pêşdeçûna hêzên sûrî ber bi meqerên DAIŞ`ê li navçên sînorî, tivdîrên ewlehiyê yên giran cih aniye û kamêrayên çavdêriyê yên curbicur bona cihanîna xebatên îhtiyat û miqatbûnê, bêyî binpêkirina herêma ewlehiyê yên du welatan li vê deverê damezrandine.
Vê çavkaniyê teqez kir: Bicihbûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo girtina pêşiya derbasbûna endamên terorîstî yên DAIŞ`ê bo welêt û bêencamkirina her cure êrişa vê komê pir zêde bûye.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li civîneke rojnamevaniyê ya hefteyê raghand ku hêzên ewlehiyê şopandina endamên terorîstî yên DAIŞ`ê bi micidî cih aniye û hejmarek ji endamên terorîstî beriya pêkhatina komên nû û cihnaîna operasyonên terorîstî girtine.