Berçavgirtina tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî ya navbera Iraq û Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290260-berçavgirtina_tivdîrên_ewlehiyê_li_zîvala_sînorî_ya_navbera_iraq_û_sûriyê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi zêdekirina tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî tev Sûriyê pêşiya derbasbûna endamên terorîstî bo vî welatî digrin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2018 14:25 Asia/Tehran
  •  Berçavgirtina tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî ya navbera  Iraq û Sûriyê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi zêdekirina tivdîrên ewlehiyê li zîvala sînorî tev Sûriyê pêşiya derbasbûna endamên terorîstî bo vî welatî digrin.

 Li gorî rapora Başgahê Xebernigarên Cewan û ji zarê malpera nûçan a El-Melûmê, çavkaniyeke ewlehiyê li hêzên Heşda Şebî ya parêzgeha  Enbara  Iraqê raghand ku tivdîrên ewlehiyê li zîvala  sînorî ya Iraq û Sûriyê ji bo girtina pêşiya  derbasbûna  endamên koma  terorîstî ya DAIŞ`ê nav Iraqê hevgavê pêşdeçûna  hêzên sûrî ber bi meqerên DAIŞ`ê agahî da.

 Li gorî gotina vê çavkaniyê, hêzên ewlehiyê li zîvala  sînorî ya Iraq û Sûriyê  piştî pêşdeçûna  hêzên sûrî ber bi meqerên DAIŞ`ê  li navçên sînorî, tivdîrên ewlehiyê yên giran cih aniye û kamêrayên  çavdêriyê yên curbicur bona  cihanîna  xebatên  îhtiyat û miqatbûnê, bêyî binpêkirina  herêma ewlehiyê yên du welatan li vê deverê damezrandine.

 Vê çavkaniyê teqez kir:  Bicihbûna  hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo girtina pêşiya  derbasbûna  endamên  terorîstî yên DAIŞ`ê bo welêt û bêencamkirina her cure êrişa vê  komê pir zêde bûye.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li civîneke rojnamevaniyê ya hefteyê raghand ku hêzên ewlehiyê şopandina  endamên terorîstî yên DAIŞ`ê bi micidî cih aniye  û hejmarek ji endamên  terorîstî beriya pêkhatina komên  nû û cihnaîna  operasyonên terorîstî girtine.