Koma Navneteweyî ya Qeyranê helwêsta Riyazê ya li hember Bexdayê rexne kir
Koma Navneteweyî ya Qeyranê ku li Brûkselê ye, ji Erebistanê xwest Iraqê neke meydanek ji bo şerrê sar ê dijî Îranê.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê, Koma Navneteweyî ya Qeyranê, li raporekê herwiha ragihand: Hewldana Erebistana Siûdî ji bo nifûza siyasî ya li Iraqê, ji meyla vî welatî ji bo qaşo sekinîna li hember Îranê, çavkaniyê digire her ji ber vê yekê ji Riyazê tê xwestin ku Iraqê neke qada pevçûnên xwe yên nû.
Koma Navneteweyî ya Qeyranê herwiha bi bîr xistiye ku baştir e Erebistana Siûdî dewsa hewldana ji bo sepandina helwêst û nihêrînên xwe yên siyasî ser Iraqê, alîkariya aboriya vî welatî bike.
Iraq piştî hilbijartina vê dawiyê ya parlemanî ku hefteya buhurî hate lidarxistin, rastî alûgorên nû yên siyasî ve hatiye.
Li hilbijartina parlemanî ya Iraqê, Hevalbendiya Saîrûn bi serokatiya Muqteda Sedir 54 kursî, El Feth a bi serokatiya Hadî El Amêrî, 47 kursî, El Nesir ya bi serokatiya Heyder El Ebadî 43 kursî û Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî El Malikî, 25 kursiyên parlemanê bi dest xistine.