Destûra Ebadî ji bo operasyona dijî DAIŞ`ê li derveyî sînorên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290182-destûra_ebadî_ji_bo_operasyona_dijî_daiŞ_ê_li_derveyî_sînorên_iraqê
Serokwezîrê Iraqê li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya sînorên vî welatî û operasyona dijî endamên terorîst ên li derveyî axa Iraqê pêgîrî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2018 14:56 Asia/Tehran
  • Destûra Ebadî ji bo operasyona dijî DAIŞ`ê li derveyî sînorên Iraqê

Serokwezîrê Iraqê li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya sînorên vî welatî û operasyona dijî endamên terorîst ên li derveyî axa Iraqê pêgîrî kir.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, nivîsgeha medyayê ya serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî ragihand ku Ebadî li serdana xwe ya navenda fermandetiya operasiyona hevpar a jinavbirina DAIŞê û komên veşartî yên girêdayî li koma terorîst a DAIŞê got: Girtina rê li ber derbasbûna endamên DAIŞê nav sînorên Iraqê pêwîst e.

Saziyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku tûnêleka mezin a Koma Terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê li bakûra Iraqê ku têde hejmarek ji endamên vê komê hebûn, rûxandine.

Tevî şikesta DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê, endamên vê koma terorîst, hîn jî bi awayekî berbelav li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê hene û hêzên artêşa du welatan, operasyona paqijkirina van navçeyan ji bin lepên DAIŞ`ê cih tînin.