Ji bo suneyên Iraqê posta serokatîya parlimanê ji ya serokomarîyê çêtir e
May 22, 2018 11:47 Asia/Tehran
Rêvebirekî Partîya Islamî ya Iraqê got: Ji bo suneyên Iraqê posta serokatîya parlemanê ji ya serokomarîyê çêtir e.
Li gorî rapora Rojnama Al Şerq ul Ewset çapa Londonê, Reşîd Ezawî li civîneke rojnamevanîyê herwiha got: Bidestxistina posta serokparlimanîyê ji ber ku desthilateke zêdetir heye ji bo suneyên Iraqê ji posta serokomartîyê baştir e.
Ezawî herwiha got: Posta serokatîya parlimanê taybetmendî û serpişkîyên wisa hene ku sûdwergirtina ji wan maye ser kesê ku wê postê bigire destê xwe.