Ebadî fermana operasiyonê li dij DAIŞê li derveyî vî welatî da
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî parastina sînorên Iraqê karekî girîng û pêwîst da zanîn û desnîşan kir ku bila li derveyî Iraqê li dij DAIŞê operasiyon were lidarxistin.
Nivîsgeha medyayê ya serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî ragihand ku Ebadî li serdana xwe ya navenda fermandetiya operasiyona hevpar a jinavbirina DAIŞê û komên veşartî yên girêdayî li koma terorîst a DAIŞê got: Girtina rê li ber derbasbûna endamên DAIŞê nav sînorên Iraqê pêwîst e.
Ebadî pêgîrî kir ku bila hêzên iraqî li derveyî welêt hêzên terorîst ên DAIŞê bişopînin û wan ji nav biben.
Balafirên artêşa Iraqê berî viya navenda fermandetî û lojestîkê ya terorîstên DAIŞê di nav axa Sûriyê de kirin hedef û ew bitûm ji nav birin û roxandin.
Teşkîlatên ewlekariyê yên Iraqê vê dawiyê ragihandin ku tûneleke koma terorîst a DAIŞê li Mûsilê roxandine û gelek terorîst jî kuştine.
Piştî têkçûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê endamên vê koma terorîst li deverên sînorî yên du welatan perate bûne.