Encamên 103 navendên hilbijartinê li Iraqê hatin betalkirin
Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê piştî îtîrazan li Iraq û Herêma Kurdistanê encamên 103 navendên hilbijartinê betal kirin.
Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê ji bo encamên hilbijartina 12ê Gulanê daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniyê hezar û 436 îtîraz hatin kirin û encamên 103 navendên hilbijartinê yên li Herêm Kurdistan û Iraqê hatin betalkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo encamên hilbijartin ên Iraqê û derveyê welat hezar û 436 îtîraz hatin kirin. Piştî lêkolînan 33 ji wan cidî hatin girtin û serlêdana wan hat qebûlkirin. Bexda, Enbar, Selahadîn, Hewlêr û Mûsil jî di nav de li 103 navendan encamên hilbijartinê hatin betalkirin. Mafê aliyên siyasî ku îtîrazê bibin temyîzê heye.
Piştî hilibjartina 12ê Gulanê ya Parlamena Iraqê 6 partiyên Kurdistanê bi îdîaya ku di hilbijartinan de ‘sextekarî' hatiye kirin derheq encama hilbijartinan îtîraza kiribûn.