Encamên 103 navendên hilbijartinê li Iraqê hatin betalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i290148-encamên_103_navendên_hilbijartinê_li_iraqê_hatin_betalkirin
Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê piştî îtîrazan li Iraq û Herêma Kurdistanê encamên 103 navendên hilbijartinê betal kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2018 08:06 Asia/Tehran
  • Encamên 103 navendên hilbijartinê li Iraqê hatin betalkirin

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê piştî îtîrazan li Iraq û Herêma Kurdistanê encamên 103 navendên hilbijartinê betal kirin.

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê ji bo encamên hilbijartina 12ê Gulanê daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniyê hezar û 436 îtîraz hatin kirin û encamên 103 navendên hilbijartinê yên li Herêm Kurdistan û Iraqê hatin betalkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo encamên hilbijartin ên Iraqê û derveyê welat hezar û 436 îtîraz hatin kirin. Piştî lêkolînan 33 ji wan cidî hatin girtin û serlêdana wan hat qebûlkirin. Bexda, Enbar, Selahadîn, Hewlêr û Mûsil jî di nav de li 103 navendan encamên hilbijartinê hatin betalkirin. Mafê aliyên siyasî ku îtîrazê bibin temyîzê heye.

Piştî hilibjartina 12ê Gulanê ya Parlamena Iraqê 6 partiyên Kurdistanê bi îdîaya ku di hilbijartinan de ‘sextekarî' hatiye kirin derheq encama hilbijartinan îtîraza kiribûn.