Heyder Ebadî: Hilbijartina Iraqê serketineka mezin bo Dêmokrasiyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289972-heyder_ebadî_hilbijartina_iraqê_serketineka_mezin_bo_dêmokrasiyê_bû
Serokwezîrê Iraqê encamên hilbijartina parlimanî ya vî welatî serketineka mezin bo Dêmokrasiyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2018 06:30 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: Hilbijartina Iraqê serketineka mezin bo Dêmokrasiyê bû

Serokwezîrê Iraqê encamên hilbijartina parlimanî ya vî welatî serketineka mezin bo Dêmokrasiyê da zanîn.

Li gorî rapora Mehr Newsê, heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê li nivîsarekê li rojnamneya Washington Postê amaje bi beşdariya azad a jin û mêrên iraqî li hilbijartina roja 12ê Gulana 2018an kir û nivîsî: Ev rûdan sebeba şanazîya iraqiyan bû.

Serokwezîrê Iraqê li vê nivîsarê ragihand: Tevî vê yekê ku beşdariya li vê dora hilbijartinê wisa ku me çaverêtî dikir nebû, lê beşdaran dengê xwe bi dûr ji firqe û qewm û kombendiyê dan berendamên xwe.

Sedî 44.5ê xwedanmercên dengdayînê li vê hilbijartinê beşdarî kirin. Bîst û çar miliyon iraqî xwedanmercên beşdariya li hilbijartina parlimanî ya vî welatî bûn.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi amadebûna 27 hevpeymaniyên hilbijartinê û 205 partî û tevgerên siyasî di roja 12ê Gulana 2018an da hat lidarxistin.

Ji nava 6999 berendaman, 329 kesan karîn bigihêjin parlimanê.

Li gorî ragiahndina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê şemiya bihurî anku 12ê Gulanê bi beşdariya derdora 11 miliyon kes ji Iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê hat lidarxistin.