Encama sereke ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289870-encama_sereke_ya_hilbijartina_parlemanî_ya_iraqê_hat_ragihandin
Encama sereke ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê hat ragihandin û bereya ser bi "Sedr" serketiyê vê hilbijartinê bû.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
May 19, 2018 04:47 Asia/Tehran
  • Encama sereke ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê hat ragihandin

Encama sereke ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê hat ragihandin û bereya ser bi "Sedr" serketiyê vê hilbijartinê bû.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadînê, hatiye ragihandin ku dengê sereke yê hilbijartina parlemanî ya Iraqê hate ragihandin û hevalbendiya Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedr 54 korsî, Feth bi serokatiya Hadî Amirî 47 korsî, Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî 42 korsî,dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî malikî 25 korsî, El-Veteniye bi serokatiya Eyad Elawî 22 korsî, Bereya Hikmet bi serokatiya Emar Hekîm 19 korsî û El-Qerar bi serokatiya Usame Nucêyîfî 13 korsî anîne dest.

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê pêştir raghandibû: Hemî tevgerên siyasî yên serketî li hilbijartinên parlemanî yên vî welatî bi hev re şirîk in.

Muqteda Sedr got: "Biryarên ku tên girtin, iraqî ne û li nava Iraqê tên girtin".

Wî  got: "Dewleta pêşerojê ya Iraqê dê teknokirat be û ev dewleta  deriyek ji bo risq û rûziya  gelê Iraqê be û dê pêşiya  gendeliya partiyên siyasî bigire".

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê