Ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartina parlimanî ya Iraqê hat paşdaxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289748-ragihandina_encamên_dawiyê_yên_hilbijartina_parlimanî_ya_iraqê_hat_paşdaxistin
Ragihandina encamên dawiyê yên çaremîn hilbijartina parlimanî ya Iraqê ku biryar bû roja Çarşemiyê were ragihandin, hat paşdaxistin.
(last modified 2024-10-09T14:05:49+00:00 )
May 17, 2018 06:34 Asia/Tehran
  • Ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartina parlimanî ya Iraqê hat paşdaxistin

Ragihandina encamên dawiyê yên çaremîn hilbijartina parlimanî ya Iraqê ku biryar bû roja Çarşemiyê were ragihandin, hat paşdaxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, Riyaz Bedran roja çarşemiyê hevrê digel endamên din ên vê komîsiyonê li konfêranseka çapemeniyê ragihand: Ji bo hilkolandina zêdetir a dengan li hin navçeyan her wiha negihîştina agahiyên hin sindoqan heta vê kêliyê ji wan neşandina dengan ji 186 navendên wergirtina dengan liparêzgeha Kerkûkê, encamên dawiyê yên Hilbijartinê dê heta du rojên din werin diyarkirin û ragihandin.

Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ragihand: Hejmartyina dengên sindoqêîn ku encamên wan  bi şik û guman bû, li cihê nîşangeha navneteweyî ya Bexdayê didome.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.