Hilbijartina Iraqê û daxwaza 6 partiyan bona îbtalkirina netîca hilbijartinan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289476-hilbijartina_iraqê_û_daxwaza_6_partiyan_bona_îbtalkirina_netîca_hilbijartinan
6 partiyên Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza îbtalkirina netîceya hilbijartinên parlemanî li vê herêmê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2018 14:55 Asia/Tehran
  • Hilbijartina Iraqê û daxwaza 6 partiyan bona îbtalkirina netîca hilbijartinan

6 partiyên Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza îbtalkirina netîceya hilbijartinên parlemanî li vê herêmê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Bingehên ser bi Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê ragihandine ku ev partiya dê 15 korsiyên parlemana Iraqê bîne dest lê 6 partiyên vê herêmê ragihandine ji ber sextekariyên YNK`ê li vê hilbijartinê pêwîste netîceya vê hilbijartinê li Herêma Kurdistana Iraqê bê îbtalkirin.

6 partiyên kurde Herêma Kurdistana Iraqê li civîna xwe ya îro yekşemê li nivîsgeha Hevalbendiya Îdalet û Demokrasiyê li Solêymaniyê daxwaza îbtalkirina netîceya vê hilbijartinê kirine.

Gor vê raporê Hevalbendiya Îdalet û Demokrasiyê, Bereya Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komela îslamî, bereya El-îslamiye û partiya Komonîste Herêma Kurdistana Iraqê li civîna xwe ya hevpar li Solêymaniyê nerezamendiya xwe li hemberî çawaniya birêketina hilbijartina parlemanî ya Iraqê li vê herêmê û sextekariyên YNK li vê barê dane diyarkirin.

Bingehekî ser bi Komîsariya bilind a hilbijartina Iraqê jî ragihand ku dengên 10 navendên dengdanê li Bexdayê dê bi destan bêne hejmartin.