Beşdariya sedî 44.5 iraqiyan li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, şemiyê şevê, asta beşdariya iraqiyan li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li vî welatî sedî 44.5 raghand.
Li gorî rapora IRNAyê, Kerîm El-Temîmî, Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku nêzîkî 11 milyon kes beşdarê çaremîn hilbijartinên parlemanî yên Iraqê bûne. 24 milyon iraqî dikarîn ku beşdarê hilbijartinên parlemanî li vî wlatî bibin.
Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja şemiyê hat lidarxistin.
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê piştî kutabûna hilbijartinê li daxûyaniyekê spasiya gel, hêzên ewlehiyê, saziyên dewletî û hemî kesên ku li cihanîna serketî ya hilbijartinên parlemanî yên vî welatî rola xwe hebûne kir.
Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteya hilbijartinê hevrikî kirin. Ji nav 6999 berbijaran, dê 329 kes derbasî parlemana Iraqê bibin.