Beşdariya sedî 44.5 iraqiyan li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289416-beşdariya_sedî_44.5_iraqiyan_li_çaremîn_dewra_hilbijartinên_parlemanî
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, şemiyê şevê, asta beşdariya iraqiyan li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li vî welatî sedî 44.5 raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2018 05:21 Asia/Tehran
  • Beşdariya sedî 44.5  iraqiyan li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, şemiyê şevê, asta beşdariya iraqiyan li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li vî welatî sedî 44.5 raghand.

 Li gorî rapora  IRNAyê, Kerîm El-Temîmî,  Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku nêzîkî 11 milyon kes beşdarê çaremîn hilbijartinên parlemanî yên Iraqê bûne.  24 milyon iraqî dikarîn ku beşdarê hilbijartinên parlemanî li vî wlatî bibin.

 Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja şemiyê hat lidarxistin.

 Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê piştî kutabûna  hilbijartinê li daxûyaniyekê spasiya gel, hêzên ewlehiyê, saziyên dewletî û hemî kesên ku li cihanîna  serketî ya hilbijartinên parlemanî yên vî welatî rola xwe hebûne kir.

 Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteya hilbijartinê hevrikî kirin. Ji nav 6999 berbijaran, dê 329 kes  derbasî parlemana Iraqê bibin.