Komîta hilbijartinê ya Iraqê, îdiayên li bara sextekariyan red kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289414-komîta_hilbijartinê_ya_iraqê_îdiayên_li_bara_sextekariyan_red_kirin
Piştî derketina hin pirsgirêkan li bara encamên dengan li Herêma Kurdistana Iraqê ku kêşa pevçûnên çekdariyê, Komîta Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, her cure îdiaya li bara sextekariyê li hilbijartinên parlemanî yên vî welatî pûç û bêbingeh dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2018 04:43 Asia/Tehran
  •  Komîta hilbijartinê ya Iraqê, îdiayên li bara  sextekariyan red kirin

Piştî derketina hin pirsgirêkan li bara encamên dengan li Herêma Kurdistana Iraqê ku kêşa pevçûnên çekdariyê, Komîta Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, her cure îdiaya li bara sextekariyê li hilbijartinên parlemanî yên vî welatî pûç û bêbingeh dan zanîn.

Çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê, roja şemiyê û bi awayekî tam elekteronîkî hat lidarxistin û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê ji aliyê partiyên din ve tawanbarê sextekariya berfireh li hilbijartinê bû.

  Partiyên Gorran, Komela Îslamî, Yekitiya Îslamî, hevalbendiya jibo demokrasiyê û Edalet û partiya Demokrat li Herêma Kurdistana Iraqê encamên ewilî yên hilbijartinên parlemanî yên vî welatî li Silêmaniyê red kirin û daxwaza hejmartina dubare ya encaman ji aliyê Komîta Bilind a Hilbijartinan a Iraqê kirin.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, Komîta Bilind a Hilbijartinan a Iraqê  vê sibê piştî kutabûna  denwergirtina  li navendên seranserê vî welatî, li civîneke rojnamevaniyê li Bexdayê, paytexta Iraqê, hebûna her cure  bîr û ray û îdiayan li bara derketina  sextekariyê li dengwergirtinê li roja şemiyê red kir û raghand : Li vê hilbijartinê teknolojiya herî teze ji bo dengwergirtinê hatiye xebitandin û heya sibeya  yekşemê hejmartina elektronîkî ya dengan dê kuta bibe.

 Komîta Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Her wiha  ser hilkolandina hemî şikatên fermî û qanûnî teqez kir û her cure mezinîşandayîn û dijberiyên  li hember encamên hilbiajrtinê red kirin.

  Li gorî rapora Komîta Bilind a Hilbijartinan a Iraqê li yekim hilbiajrtinên seranserî li Iraqê piştî işksta terorîstên  DAIŞê, tu êrşişeke terorîstî neqewimiye.

 Nêzîkî 11 milyon iraqî beşdarê hilbiajrtinên parlemanî yên duh bûn û asta beşdariya iraqiyan li vê hilbiajrtinê sedî 44.5 ahtiye raghandin.