Ragihandina asta pişkdarîya gelê 7 parêzgehan li hilbijartinên parlimana Iraqê
Komsyona Hilbijartinan a Iraqê asta pişkdarîya gel li hilbiajrtinên parliaman vî welatî ya di 5 sietên destpêka lidarxistina wan li 7 parêzgehên vî welatî ragihand.
Kanala nûçan a Someryê ji zarê Komsyona Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji siet 7`ê sibê heta 12`ê nîvroya îro sedî 27`ê gelê parêzgeha Babilê li hilbijartinan pişkdarî kirîye.
Li parêzgeha Mîsanê jî sedî 23`yê gel di 5 sietên destpêka lidarxistina hilbijartinan çûne dengê xwe dane.
Li Kerkûkê jî asta pişkdarîya gel li hilbijartinên parlimana Iraqê sedî 24 bûye.
Asta pişkdarîya gel li parêzgeha Wasitê heta nîvro sedî 25, li parêzgeha Al Mosenayê sedî 21, li parêzgeha Dîwanîyê sedî 28 û li parêzgeha Dîyalê jî sedî 30 hatîye ragihandin.
Komîsyayê bililnd a hilbijartinên Iraqê raghand ku ji sercem nifûsa 36 milyonî ya Iraqê, 24 milyon kes dikarin dengê xwe bidin û hilbijartin li 18 parêzgehên Iraqê tên lidarxistin.
Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar berbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin û xêncî bijartina serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gorî qanûna Iraqê ku fraksiyonên siyasî ser wê lihev kirine, serokkomar divê ji kurdan, serokwezîr ji şîeyan û serokê parlemanê divê sunne be.
Hevaklbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û Hikmeya Neteweyî bi serokatiya Emar Hekîm, pênc lîsteyên mezin ên hilbijartin û tevgerên piraniya gelê Iraqê ne.