Ragihandina asta pişkdarîya gelê 7 parêzgehan li hilbijartinên parlimana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289386-ragihandina_asta_pişkdarîya_gelê_7_parêzgehan_li_hilbijartinên_parlimana_iraqê
Komsyona Hilbijartinan a Iraqê asta pişkdarîya gel li hilbiajrtinên parliaman vî welatî ya di 5 sietên destpêka lidarxistina wan li 7 parêzgehên vî welatî ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2018 15:54 Asia/Tehran
  • Ragihandina asta pişkdarîya gelê 7 parêzgehan li hilbijartinên parlimana Iraqê

Komsyona Hilbijartinan a Iraqê asta pişkdarîya gel li hilbiajrtinên parliaman vî welatî ya di 5 sietên destpêka lidarxistina wan li 7 parêzgehên vî welatî ragihand.

Kanala nûçan a Someryê ji zarê Komsyona Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji siet 7`ê sibê heta 12`ê nîvroya îro sedî 27`ê gelê parêzgeha Babilê li hilbijartinan pişkdarî kirîye.

Li parêzgeha Mîsanê jî sedî 23`yê gel di 5 sietên destpêka lidarxistina hilbijartinan çûne dengê xwe dane.

Li Kerkûkê jî asta pişkdarîya gel li hilbijartinên parlimana Iraqê sedî 24 bûye.

Asta pişkdarîya gel li parêzgeha Wasitê heta nîvro sedî 25, li parêzgeha Al Mosenayê sedî 21, li parêzgeha Dîwanîyê sedî 28 û li parêzgeha Dîyalê jî sedî 30 hatîye ragihandin.

Komîsyayê bililnd a hilbijartinên  Iraqê raghand ku ji sercem nifûsa 36 milyonî ya Iraqê, 24 milyon kes dikarin dengê xwe bidin û hilbijartin li 18 parêzgehên Iraqê tên lidarxistin.

 Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar berbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin û xêncî bijartina  serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gorî qanûna Iraqê ku  fraksiyonên siyasî ser wê lihev kirine, serokkomar divê  ji kurdan,  serokwezîr  ji şîeyan û serokê parlemanê divê sunne be.

Hevaklbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya  Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê  bi serokatiya Nûrî Malikî û Hikmeya Neteweyî bi serokatiya Emar Hekîm, pênc lîsteyên mezin ên hilbijartin û tevgerên piraniya gelê Iraqê ne.