Wezareta karên hundur a Iraqê: Tu pirsgirêkeke ewlehîyê li hilbijartinan pêk nehatîye
Wezareta karên hundur a Iraqê li daxûyanîyekê ragihand: Hilbijartin heta vê gavê bêyî pirsgirêka ewlehîyê hatine lidarxistinê.
Li gorî rapora malpera Al Xed Prees`ê, Seid Mein berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê li vê daxûyanîyê ragihand ku Komîteya Bilind a Ewlehîyê ya Hilbijartinên Iraqê bi hevkarîya Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinan çavdêrîyê ser demajoya hilbijartinan û hevdengîyên digel fermandeyên opêrasyonan û dezgehên ewlehîyê yên têkildar dike û heta niha tu pirsgirêkeke ewlehîyê derneketîye.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, îro piştî derbasbûna çend sietan ji destpêbûna hilbijartinan, qedexeya hatin û çûyîna maşînan li Iraqê û girêdana balafirgehên vî welatî rakir.
Hilbijartinên parlemana Iraqê ji siet 7`ê vê sibê ve li seranserî vî welatî destpê bûn.
Hilbijartinên îro li Iraqê duyemîn hilbijartinan ji dema vekişîna hêzên amerîkî ji wî welatî di sala 2011`ê û çaremîn hilbijartin ji dema têkçûna rêjîma Beis a Sedam di sala 2003`yê de ji bo bijartinan parlimanteran e. Parlimana Iraqê serokwezîr û serokomar dibijêre.
320 partîyên sîyasî û hevalbendî û lîsteyên hilbijartinan li van hilbijartinan ketine rikeberîyê ku 88 lîste, 205 partî û komên sîyasî û 27 hevalbendîyan digirin ber xwe û 7 hezar û 367 berbijar li van hilbijartinan pişkdar bûne.