Pûçkirina opêrasyona DAIŞ`ê li navenda dengwergirtinê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289354-pûçkirina_opêrasyona_daiŞ_ê_li_navenda_dengwergirtinê_li_iraqê
Navenda ragihandinê ya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) bi daxûyanîyekê ragihannd ku van hêzana opêrasyona koma têrorîst a DAIŞ`ê ya dijî navenda dengwergirtinê li parêzgeha Selahedînê pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2018 11:08 Asia/Tehran
  • Pûçkirina opêrasyona DAIŞ`ê li navenda dengwergirtinê li Iraqê

Navenda ragihandinê ya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) bi daxûyanîyekê ragihannd ku van hêzana opêrasyona koma têrorîst a DAIŞ`ê ya dijî navenda dengwergirtinê li parêzgeha Selahedînê pûç kirin.

Li gorî rapora malpera Al Naşerê, li daxûyanîya navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî hatîye ku opêrasyona koma têrorîst a DAIŞ`ê li navenda dengwergirtinê ya li devera Beledê ser bi parêzgeha Selahedînê hat pûçkirinê û di encamê de 6 xwekujên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Li gorî vê daxûyanîyê, têrorîstên DAIŞ`ê yên ku biryar bû vê êrişê pêk bînin, berî vîya jî êrişî hêzên ewlehîyê yên Iraqê kiribûn. 

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya şêrr a Iraqê jî, opêrasyoneke berfire bi çavdêrî û fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û bi hewildana dezgeha lêzanînan a vî welatî û bi hevdengîya digel fermandetîya opêrasyona hevpar li dijî cihê kombûna têrorîstên DAIŞ`ê hat lidarxistinê ku di encamê de 5 serkirdên DAIŞ`ê hatin girtinê û 40 têrorîst jî hatin kuştinê.

Navenda ragihandinê ya şêrr a Iraqê herwiha ragihand: Têrorîstên hanê ku destê wan li êrişa ser hin deverên Al Anbar û Mûsilê hebû, li devera sînorî ya di navbera Iraq û Sûrîyê de hatin girtinê.

Bi dû hevdengîya Sûrîye û Iraqê di asta herî bilind da têkildarî şerê dijî têrorîsmê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja yekşema buhurî fermana êrişa ser têrorîstên li axa Sûrîyê da.