Fuad Mesûm: Hêtimala guhartina li serokkomarî û serokê parlemana Iraqê heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289352-fuad_mesûm_hêtimala_guhartina_li_serokkomarî_û_serokê_parlemana_iraqê_heye
Serokkomarê Iraqê li bereberî hilbijartina parlemanî ya Iraqê got: Hêtimala guhartina li serokkomarî û serokê parlemana Iraqê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2018 10:25 Asia/Tehran
  • Fuad Mesûm: Hêtimala guhartina li serokkomarî û serokê parlemana Iraqê heye

Serokkomarê Iraqê li bereberî hilbijartina parlemanî ya Iraqê got: Hêtimala guhartina li serokkomarî û serokê parlemana Iraqê heye.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn, Fuad Mesûm Serokkomarê Iraqê şeva îniyê li bara nizama siyasî ya Iraqê got: Serokwezîrê Iraqê ji ber zêdebûna şîeyan digihêje şîeyan lê hêtimal heye rêketinin bê kirin bona guhartina serokkomar û serokê parlemana Iraqê.

Gor nizama siyasî ya Iraqê serokwezîrê vî welatî gere ku şîe be, serokkomar ji nav kurdên vî welatî tê bijartin û serokê parlemanê jî digehêje suniyên Iraqê.

Hindek ji partiyên kurdî û sunî vê dûmahîkê pêşniyar dane ku bila suniyek wekî serokkomar û kurdek jî wekî serokê parlemanê bê bijartin.