Hizûra gel û karbidestên Iraqê li ser sandiqên dengdanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289350-hizûra_gel_û_karbidestên_iraqê_li_ser_sandiqên_dengdanê
Ji îro sibê ku hilbijartina parlemanî ya Iraqê destpê bû karbidestên vî welatî yên wekî Selîm Cebûrî serokê parlemanê li saetên destpêkêye dengdanê çûne ser sandiqên dengdanê û dengê xwe avêtine nav sandiqan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2018 10:25 Asia/Tehran
  • Hizûra gel û karbidestên Iraqê li ser sandiqên dengdanê

Ji îro sibê ku hilbijartina parlemanî ya Iraqê destpê bû karbidestên vî welatî yên wekî Selîm Cebûrî serokê parlemanê li saetên destpêkêye dengdanê çûne ser sandiqên dengdanê û dengê xwe avêtine nav sandiqan.

Li gor rapora Fars Newsê, Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê ku tevî hevalbendiya Sunî ya El-Weteniye bi serokatiya Eyad Elawî pişkdariya rikeberiya hilbijartina Iraqê kiriye, îro serê sibê dengê xwe avête sandiqa dengdanê û ser pêwîstiya birêketina hilbijartinekî saxlem li vî welatî destnîşan kir.

hevalbendiya Sunî ya El-Weteniye ku Eyad Elawî serokê vê hevalbendiyê ye ji 22 partî û bereyên siyasî pêk hatiye.

Nûrî Malikî alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalbediya ``Dewleta Qanûn`` jî çûye ser sandiqên dengdanê û dengê xwe avête sandiqa dengdanê û ragihand: Her çend hindek alî dixebitin ta ku netîceya hilbijartinan biguherînin lê pişkdariya li dengdana hilbijartina parlemanî ya Iraqê wekî pêsparteyekî dînî û exlaqî ye.

Malikî wekî serokê partiya El-Dewe serokê lîsteta hevalbendiya Dewleta Qanûn e.

Niçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî li ser sandiqên dengdanê hazir bû û dengê xwe da û ji kurdên Iraqê xwest ku pişkdariya vê hilbijartinê bikin.

 Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar brbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin xêncî bijartina  serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara  serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gor  qanûna Iraqê ku  fraksiyonên  siaysî serê li kirine serokkomar divê  ji kurdan,  serokwezîr  ji Şîeyan  û serokê parlemanê divê sunne be.

 Hevaklbendiya  Fathê bi serokatiya  Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya  Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya  Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê  bi serokatiya  Nûrî Malikî û Hikmeya neteweyî bi serokatiya  Emar Hekîm, pênc lîsteyên  mezin ên  hilbijartinên  tevgerên  piraniya gelê Iraqê ne.