Destpêbûna hilbijartina parlemanî ya Iraqê
Dewra çaran a hilbijartina parlemanî ya Iraqê ji îro serê sibê destpê bû.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Dewra çaran a hilbijartina parlemanî ya Iraqê ji îro serê sibê li seranserî vî welatî destpê bû.
Qunaxa destpêkêye vê hilbijartinê çarşemê û pêncşemê ji bo iraqiyên ku li derve ji vî welatî dijîn û herwisa bona hêzên ewlehiyê, karmendên dewletî li wezaretxanên karûbarên hundir, wezareta berevaniyê û komîsariya bilind a hilbijartinan pêncşemê û îniyê birê ket.
Komîsyayê bililnd a hilbijartinên Iraqê raghand ku ji sercem nifûsa 36 milyonî ya Iraqê, 24 milyon kes dikarin dengê xwe bidin û hilbijartin li 18 parêzgehên Iraqê tên lidarxistin.
Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar brbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin xêncî bijartina serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gor qanûna Iraqê ku fraksiyonên siaysî serê li kirine serokkomar divê ji kurdan, serokwezîr ji Şîeyan û serokê parlemanê divê sunne be.
Hevaklbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û Hikmeya neteweyî bi serokatiya Emar Hekîm, pênc lîsteyên mezin ên hilbijartinên tevgerên piraniya gelê Iraqê ne.