Destpêbûna hilbijartina parlemanî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289324-destpêbûna_hilbijartina_parlemanî_ya_iraqê
Dewra çaran a hilbijartina parlemanî ya Iraqê ji îro serê sibê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2018 04:45 Asia/Tehran
  • Destpêbûna hilbijartina parlemanî ya Iraqê

Dewra çaran a hilbijartina parlemanî ya Iraqê ji îro serê sibê destpê bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Dewra çaran a hilbijartina parlemanî ya Iraqê ji îro serê sibê li seranserî vî welatî destpê bû.

Qunaxa destpêkêye vê hilbijartinê çarşemê û pêncşemê ji bo iraqiyên ku li derve ji vî welatî dijîn û herwisa bona hêzên ewlehiyê, karmendên dewletî li wezaretxanên karûbarên hundir, wezareta berevaniyê û komîsariya bilind a hilbijartinan pêncşemê û îniyê birê ket.

Komîsyayê bililnd a hilbijartinên  Iraqê raghand ku ji sercem nifûsa 36 milyonî ya Iraqê, 24 milyon kes dikarin dengê xwe bidin û hilbijartin li 18 parêzgehên Iraqê tên lidarxistin.

 Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar brbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin xêncî bijartina  serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara  serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gor  qanûna Iraqê ku  fraksiyonên  siaysî serê li kirine serokkomar divê  ji kurdan,  serokwezîr  ji Şîeyan  û serokê parlemanê divê sunne be.

 Hevaklbendiya  Fathê bi serokatiya  Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya  Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya  Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê  bi serokatiya  Nûrî Malikî û Hikmeya neteweyî bi serokatiya  Emar Hekîm, pênc lîsteyên  mezin ên  hilbijartinên  tevgerên  piraniya gelê Iraqê ne.