Iraq bereberê yekim hilbijartinên piştî DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i289304-iraq_bereberê_yekim_hilbijartinên_piştî_daiŞ_ê
Sibê şemî, 12 Gulana 2018`an , çaremîn hilbijartina parlemanî piştî sernixûnbûna Sedam, dîktatorê îdamkirî li sala 2003`an û yekim hilbijartin piştî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê, li nava Iraqê dê were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2018 14:44 Asia/Tehran
  • Iraq bereberê yekim hilbijartinên piştî DAIŞ`ê

Sibê şemî, 12 Gulana 2018`an , çaremîn hilbijartina parlemanî piştî sernixûnbûna Sedam, dîktatorê îdamkirî li sala 2003`an û yekim hilbijartin piştî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê, li nava Iraqê dê were lidarxistin.

 Dengirtina ji iraqiyên rûniştiyê 21 welatên cîhanê û her wiha ji hêzên çekdar, pêncşemiya buhurî, 10 gulanê cih hat ku berpirsên komîsyaryayê bilind ê hilbijartinên Iraqê li bara beşdariya  sedî 78 ê hêzên çekdar agahî dane.

 Teblîxata hilbijartinên parlemanî yên Iraqê ku ji siba roja şemiyê, 14 Nîsanê destpê bibû, ji siet 7 vê sibê li gor dema herêmê derbasî bêdengiya hilbijartinê, beriya hilbijartinên parlemanî yên Iraqê bûye û her cure  teblîxata  hilbijartinên  berbijaran hatiye qedexekirin.

  Di hemen demê de, Hazim El-Redînî, endamê komîsyayê bililnd ê hilbijartinên  Iraqê raghand: Nêzîkî 60 hezar çavdêrên  navneteweyî û  navxweyî  dê çavdêriya hilbijartinên  parlemanî li parêzgehên Iraqê bikin.

Komîsyayê bililnd a hilbijartinên  Iraqê raghand ku ji sercem nifûsa 36 milyonî ya Iraqê, 24 milyon kes dikarin dengê xwe bidin û hilbijartin li 18 parêzgehên Iraqê tên lidarxistin.

 Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar brbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin xêncî bijartina  serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara  serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gor  qanûna Iraqê ku  fraksiyonên  siaysî serê li kirine serokkomar divê  ji kurdan,  serokwezîr  ji Şîeyan  û serokê parlemanê divê sunne be.

 Hevaklbendiya  Fathê bi serokatiya  Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya  Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya  Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê  bi serokatiya  Nûrî Malikî û Hikmeya neteweyî bi serokatiya  Emar Hekîm, pênc lîsteyên  mezin ên  hilbijartinên  tevgerên  piraniya gelê Iraqê ne.