Girtina sînorên Iraqê li rojên hilbijartinan
May 08, 2018 15:35 Asia/Tehran
Dewleta Iraqê li rojên hilbijartina parlemanî hemû sînorên xwe yên hewayî, bejayî û deryayî digire.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Saziya derbasgehên sînorî yê Iraqê îro sêşemê ragihand ku li roja hilbijartina parlemanî ya vî welatî yanî 12 Gulanê hemû derbasgehên sînorî yên hewayî, bejayî û deryayî yên vî welatî têne girêdayîn .
Saziya derbasgehên sînorî yê Iraqê li bara hûrgiliyên vê biryarê tu agehdariyek neda.
Baylozxana Komara îslamî ya Îranê li Iraqê jî şemêşev li daxûyaniyekê ragihand ji ber ku li rojên birêketina hilbijartina parlemanî ya Iraqê hemû navendên dewletî li vî welatî tetîlin loma welatiyên îranî pilanên xwe yên seferê dayînin piştî birêketina hilbijartina parlemanî ya Iraqê û paşê sefera vî welatî bikin.