70 hezar hêz wê ewlehiya parêzgehên başûrê Iraqê ji bo hilbijartinan dabîn bikin
Tenê çend roj mayî bo hilbijartinên Parlimanî yên Iraqê, herîkêm 70 hezar hêz, wê ewlehiya parêzgehên başûrê Iraqê li dema hilbijartinan dabîn bikin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a El Erebê, fermandetiya operasyona El Rafedînê li Iraqê ragihand: Biryar e ev leşkerên iraqî, li kolanên ber bi herîkêm 1145 navendên hilbijartinê bicih bibin.
Qonaxa yekemîn a vê operasyonê, ji hefteya buhurî ve bi amadebûna zêde ji 25 hezar hêzên ewlehiyê destpê bibû.
Berî niha mêdyayên Ereb ragihandibûn ku plana ewlehiyê ya wezareta karên hundur û hêzên çekdar ên iraqî, bi hevkariya hêza hewayî ya artêşa vî welatî ji îro ve ji bo dabînkirina ewlehiya hilbijartina parlimanî ya vî welatî destpê bûye.
Hilbijartina parlimanî ya sala 2018`an a Iraqê, yekemîn hilbijartina li vî welatî, piştî têkçûna Koma Terorîst a DAIŞ`ê û duyemîn hilbijartin piştî paşdakişyana Amerîkayê ji Iraqê di sala 2011`an tê hesêb.
7 hezar û 367 berendamên hilbijartinê ji 18 parêzgehên Iraqê wê ji bo bi destxistina 329 korsiyên parlimanê, bi hev re bikevin rikeberiyê ta ku piştî hilbijartina endamên parlimanê, rê ji bo bijartina serokwezîr û serokomarê vî welatî jî xweş bibe.
Li gorî ragihandina Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, teblîxata hilbijartina vî welatî ku ji roja 14`ê nîsana buhurî ve destpê bûye, 24 saetan berî destpêbûna dengwergirtinê, bi dawî tê ta ku berendamên hilbijartinê, bona nasandina xwe û bernameyên xwe yên ji bo hilbijartinê, derfeta pêwîst hebin.