Berfirehkirina meydana niftî ya Kerkûkê
Wezîrê nifta Iraqê ragihand ku meydana niftî ya Kerkûkê dê berfireh bibe.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Li halê ku di navbera Îranê û Iraqê rêketinnama Suapa fiftî bona şandina nifta meydanên niftî yên Kerkûkê bona palîngeha Kirmanşahê hatiye îmzakirin, Cebar Elluêyîbî wezîrê nifta Iraqê li press konferansaxwe ya îro li bajarê Besrê ragihand ku wan rêketinnameyek tev kompaniya nifta Ingilîzê ya Brîtîş Petrolyom girêdane bona sê beranberkirina meydana niftî ya Kerkûkê.
Wî got: Rêketinnama niftî ya di navbera wezareta nifta Iraqê û Brîtîş Petrolyom dibe sebeb ku ser cem li 6 meydanên niftî yên Kerkûkê rojê milyonek bermîl nift bê derxistin ku eva sê beranberî nifta ku îro tê derxistne.
Pêş vê rêketinnamê, di navbera Îranê û Iraqê jî rêketinnama Suapa nifta Kerkûkê bo palîngeha Kirmanşahê hate girêdan û hate ragihandin ku rojê 30 hetanî 60 hezar bermîl nifta Kerkûkê bo palîngeha Kirmanşahê bê şandin.
Brîtîş Petrolyoma Ingilîzê ku pêştir jî piştevaniyên teknîkî dane bona berfirehkirina meydanên niftî yên Kerkûkê ragihandiye: Pêşbînî tê kirin ku li meydanên niftî yên Kerkûkê 9 milyard bermîl nift li meydanên niftî yên Kerkûkê hebe.