Ceiferî: Bexda li dijî her cure hebûna leşkerên bîyanî li axa Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288802-ceiferî_bexda_li_dijî_her_cure_hebûna_leşkerên_bîyanî_li_axa_iraqê_ye
Wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina digel hevtûşê xwe yê tirkîyeyî pêgirî kir ku Bexda li dijî her cure hebûna leşkerên bîyanî li axa Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2018 12:29 Asia/Tehran
  • Ceiferî: Bexda li dijî her cure hebûna leşkerên bîyanî li axa Iraqê ye

Wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina digel hevtûşê xwe yê tirkîyeyî pêgirî kir ku Bexda li dijî her cure hebûna leşkerên bîyanî li axa Iraqê ye.

Li gorî rapora malpera Rojnama Al Ehd a libnanê, Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê pêgirî kir ku li dijî hebûna hêzên bîyanî li axa welatê xwe ye.

Wî li hevdîtina digel Mewlûd Çavûşoglu li Enqerê got: Iraq micid e ku peywendîya herî baş bi Tirkîyê re anegorî cînaretîya baş dayne û li dijî hebûna her cure hêza bîyanî li axa Iraqê ku bibe sedema têkbirina ewlehî û istiqrara her du welatan û navçê, ye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê qedrê Tirkîyê ji ber helwestên piştgirîya ji Iraqê û raberkirina alîkarîyên mirovdostîyê û pişkdarîya kêrhatî li Konfiransa Navnetewî ya Kuweytê bi Merema Jinûveavakirina Iraqê girt û got: Iraq hertim hêvîdarê piştgirîya welatên dost û qahîmkirina peywendîyên aborî û sermayeguzarîyê ku peywendîyan kûtir dikin û berjewendîyên hevpar dabîn dikin, e.