Ebadî: Kontrolkirina deverên sînorî yên digel Sûrîyê di destê me de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i288572-ebadî_kontrolkirina_deverên_sînorî_yên_digel_sûrîyê_di_destê_me_de_ye
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku welatê wî kontrolkirina deverên sînorî yên di navbera Iraq û Sûrîyê de girtîye destê xwe û hêzên ewlehîyê yên Iraqê li derveyî welêt ketin taqîbata têrorîstên DAIŞ`ê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2018 13:34 Asia/Tehran
  • Ebadî: Kontrolkirina deverên sînorî yên digel Sûrîyê di destê me de ye

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku welatê wî kontrolkirina deverên sînorî yên di navbera Iraq û Sûrîyê de girtîye destê xwe û hêzên ewlehîyê yên Iraqê li derveyî welêt ketin taqîbata têrorîstên DAIŞ`ê.

Li gorî rapora Rojnama Al Haya`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê Roja Cîhanî ya Karkeran li karkeran pîroz kir û pêgirî kir ku dewlet ji bo garantîkirina hemî mafên vê çîna civakê hewil dide.

Ebadî got: Em di qonaxeke nû ya jinûveavakirina welêt da ne ku hewcedarê hewildaneke zêde ye. Pêşketina welêt hewcedarê destpêkirina kar û çalakîyan e. Dema me dewlet girte destê xwe armanca me azadkirina parêzgehên dagirbûyî û dûrxistina xetera DAIŞ`ê ji Bexdayê bû. Rewş bi rastî bikaresat bû û me hemî imkan ji bo azadkirina axa xwe bi kar anîn. Serketin bi saya tifaq û wêrekatîya hêzên me bi dest ket. Me axa xwe ji têrorîstên DAIŞ`ê ramalî û ji bo cara yekem me sînorên digel Sûrîyê tam xistin destê xwe. Em têrorîstên DAIŞ`ê li derveyî welêt taqîb dikin û her kes ji ber ku dibîne Iraq careka din rabûye ser xwe, matmayî dibe. Artêşa Iraqê niha di rêza artêşên herî xurt ên navçê da ye.

Serokwezîrê Iraqê pesna hêjatîya iraqîyan da û got: Dema ez çûm seredana bendava Mûsilê min endazyar û karkerên şareza yên iraqî dîtin ku bi vîn û ezmûneke zef kar dikirin û bi pispor û şarezayên navnetewî re diketin rikeberîyê.