Komeka ser bi DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalê ya Iraqê têk çû
Serokê Komîta Ewlehiyê ya Konseya Parêzgeha Diyale ya Iraqê, ragihand: Saziyên ewlehiyê karîn komeka ser bi DAIŞ`ê ku dil hebû li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê, operasyona terorîstî cih bîne li Beqûbê nasîn û têk birin.
Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Sadiq El Hisênî, serokê Komîteya Ewlehiyê ya Konseya Parêzgeha Diyalê ya Iraqê, got: Tîmek ji wezareta karên hundur û rêxistina Şerrê dijî terorîsmê ya Iraqê, karîn di encama operasyonekê de vê koma terorîst ku gelek alavên leşkerî û çekên wan hebûn, nas bikin û sê endamên wê jî girtin.
Her di vê çarçoveyê de çavkaniyên mêdyayî ji teqîna bombeyekê ku li nêzî bazarekê li derdora navça El Wecîhiyê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyalê hatibû danîn, agahî dan. Di encama vê teqînê de kesekî sivîl hate kuştin û hejmareka din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, Hevalbendiya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi serokatiya Amerîkayê, hemî nivîsgehên xwe yên li Iraqê girêdan û bi dawîhatina operasyona xwe ya leşkerî dijî Koma Terorîst a DAIŞ`ê li vî welatî ragihand.
General Walter Pyat (Walter Piyat), serokê fermandetiya bejahî ya hêzên hevpar ên li Iraqê, got: Hemî berpirsyariyên pişka fermandetiya bejahî ya hêzên hevpar, wê veguhêzin pêgeha sereke ya operasyona Vîna Cidî.